Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Misrê

Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo tevlî Civîna Bilind a Aştiyê ya Şarm El Şêx bibe çû Misrê.

Bi serokatiya Serokkomarê Misrê Abdulfettah Sisi û Serokê DYE'yê Donald Trump îro Civîna Bilind a Aştiyê ya Şarm El Şêx tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê, Serokwezîr Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo tevlî civîna bilind bibe çû Misrê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanc ji civîna bilind ew e ku dawî li şerê li Xezeyê bê anîn, hewldanên ji bo aramî û aştiya li Rojhilata Navîn bêne xurtkirin û ji bo ewlehî û aramiya herêmê rûpelekî nû bê vekirin.